Navenda Yekîtiya kurdan mezintir dibe

Navenda Yekîtiya Hevbeş ku ji aliyê 5 partiyên kurd ên Îranê ve beriya niha eyamekê hatibû avakirin civîna xwe ya sêyemîn lidar xist. Berpirsên partiyên din ev yekîtiyê de agahiyên naveroka civînê ragihandin.

Li gor daxuyaniya berpirsên partiyan, di civînê de biryar li ser destpêkirina karê hevbeş ê di navbera wan partiyan de hat dayîn û herwiha li ser danîna bernameya kar û mezinkirina Navenda Hevkariya Hevbeş bi beşdariya partiyên din li hev kirine.

Partiyên kurd ragihandin ku ev navend bingeha pêkanîna bereya Kurdistanî ye. Beşdarvanekî civînê ragihand ku biryar dane, rê li hemû partiyan û PJAKê vekin da ku bibin endamên vê navendê.


Ev nivîs 210828 car hatiye xwendin.