"Nehêlên pêşverûtirîn demokrasiya cîhanê bê xeniqandin"
CNN international nivîseke Rahila Gupta ku derbarê rewşa Rojava û operasyona Tirkiyeyê li ser Efrînê de bi navê "Pêşverûtirîn demokrasiya cîhanê ji dayik bû. Bila nexeniqe" belav kir. Gupta di nivîsa xwe de peznê pergala kurdan ku li Rojavayê Kurdistanê ava kirine da û rexne li sekna Amerîkayê ya li himberî operasyona Tirkiyeyê kir.
Rahila Gupta di nivîsa xwe de wiha dibêje: "Lê ev ew kes in (kurd) ku yên şerekî serkeftî li dijî DAIŞê bi rê ve birin, niha li Efrînê di bin êrîşê de ne. Amerîkaya ku piştgiriya hewayî da şerî, derxist holê ku ne hevalbendekî cihê baweriyê ye."
Gupta derbarê mijarê de wiha didomîne: Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bi redkirina şermezarkirina êrîşa Tirkiyeyê, destûreke bêsînor daye ku hevalbendê Amerîkayê were bombebarankirin".
Gotara Rahil Gupta ya Îngilîzî di pêvekê de. ( Rahil Gupta )
Ev nivîs 210825 car hatiye xwendin.