Neteweyên Hevgirtî bang kir
Ji Netweyên Hevgirtî banga 22.5 mîlyar dolarî bo alîkariya mirovahiyê kir
Netweyên Hevgirtî ragihand ku di sala pêÅŸiya me de ji bo xwe bigihînin 91 mîlyon mirovî ku ji wan re pêdiviyên bilez pêwistin û pêdiviya wan bi alîkariyê heye, ji NH re 22.5 mîlyar dolar pere lazim e.
Li gor ragihandina ji ofîsa koordinasyona karên mirovî ya Neteweyên Hevgirtî, di dawiya sala borî de, di plana ji bo xwe bigihînin 92.8 mîlyon mirovî bang kiribûn ku pêdiviya wan bi 22.2 mîlyar dolarî heye.
Di beyanê de li seranserê dinyayê ÅŸerên ku zêde dewam dikin, bobelatên xwezayî, koçberî û nexweÅŸînên belave dibin, ji 26 welatî 136 mîlyon mirov muhtacê alîkariyê ne. Ji vana yên ku bilez pêdiviya wan bi alîkariyê hene 91 mîlyon kes in.
Ji bo alîkariyên mirovî li Sûriyê ku ji sala 2011an heya niha ÅŸer heye, pêdivî bi 3.5 mîlyar dolar heye. Ji Sûriyê jî 5.3 mîlyon xelkê Sûriyê koçberê welatên cîran bûne. Ji bo wan jî niha pêdivî bi 4.16 mîlyar dolar heye.
Her weha di raporê de behsa pêdiviyên alîkariyê bo Nîjerya, Sûdana BaÅŸûr, Sûriye û Yemenê têkirin ku pêdiviya wan ya alîkariya mirovahiyê di asta bilind de wê hebe.
Ev nivîs 210812 car hatiye xwendin.