New York Times: Dibe doza Sarraf encamên siyasî bide

Di rojeva çapemeniya Amerîkayê de doza karsaz Riza Sarraf heye. Riza Sarraf hemwelatiyê Îran û Tirkiyê ye. Îro ji bo doza wî endamên jûriyê dê bên bijartin. Times ragihand ku dibe dadgeh encamên siyasî bo ErdoÄŸan bîne.

New York Times (NYT) dibêje "Li Manhattana jêr, doza ku wê di salona dadgehê de bê dîtin, li Tirkiyê babeta rêvebirên Tirjkiyê, ya telezîzyonan hetta bûye mijara sohbetên çayxaneyan.”

Di nûçeyê de dibêje ÅŸayet Sarraf îtîrafê bike jî û wî bixin bin garantiya parastina bernameya ÅŸahidan jî, wê doza di derbarê rêvebirê Halkbankê Mehmet Hakan Atilla dewam bike. Rojname dibêje 7 kesên din jî tên sûcdarkirin lê hêj kesek ji wan nehatiye girtin.

Eger Sarraf ÅŸahidiyê bide û Amerîka li hemberê bankayên Tirkan gav bavêje, dibe ku ev ji bo Recep Tayip ErdoÄŸan jî encamên siyasî bide. Di dema mehkmeya borî de Sarraf nehatibû dadgehê û Tirkiye ketibû nav endîÅŸeyan û dawe li rêvebirên Amerîka dikir bê Sarraf li ku derêye. Ev hemû nîÅŸan dide ku Tirkiye çiqas di dozê de bi endîÅŸe ye.

Rojname ya Wall Street Journal (WSJ) jî dibêje; “îhtîmal heye ku rêvebirên jor yên Tirkiyê jî bikevin nava dosya mehkemeya Sarraf.” Ev jî wê têkiliyên her dû dewletan bêhtir bike nava xeteriyê.


Ev nivîs 210812 car hatiye xwendin.