Nexweşxaneya Efrînê: 448 Sivîl jiyana xwe ji dest dan
Ji aliyê nexweşxaneya Efrînê ve hat ragihandin ku heta niha 448 hemwelatiyên sivîl ji ber êrîşên Tirkiye jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Demokrasî ya Mafê Mirovan û Rêxistina Kurd a Mafê Mirov li Sûriyê aşkera kirin, di encama êrîşên artêşa Tirkiyê yên ser Efrînê, îro 04.02.2018ê şeş hemwelatiyên sivîl birîndar bûne.
Her wiha hat ragihandin ku topavêtina Tirkiyê ya bi ser bajarokê Raco û Cindirêsê berdewam dikin û li gor zanyariyên gihiştine berdestê Navenda Demokrasî ya Mafê Mirovan li Kurdistanê rûniştvanên gundên Kefirsefre û Hesîrke ber bi bajarê Efrînê ve koçber bûne.
Ev nivîs 210797 car hatiye xwendin.