Nivîskarê Kurd Elî Eşref Derwîşiyan koça dawî kir
Nivîskarê naskirî yê Rojhilatê Kurdistanê Elî EÅŸref DerwîÅŸiyan îro li bajarê Tehran a paytexta Îranê koça dawî kir.
Hevjîna Elî EÅŸref DerwîÅŸiyan, Åžehnaz Darabiyan di daxuyaniyekê de ragihand, ku îro hevjînê wî bi sedema nexweÅŸiyê di temenê 76 saliyê de li Tehranê wefat kir.
DerwîÅŸiyan 10 sal berî niha tûÅŸî nexweÅŸiya fiÅŸara xwînê û qutbûna demar di mejî de bûbû.
Elî EÅŸref DerwîÅŸiyan di maweya temenê xwe de 6 romanên dirêj, 45 pirtêkên çîrokan û herwiha çend lêkolîn, ferhenga Kurdî-Farsî û çîrokên Kurdî, bawerî û merasimên herêma KirmaÅŸanê, peyvnasiya ÅŸêwezara KirmaÅŸanî bi zimanê Farsî belav kirine.
EÅŸref DerwîÅŸiyan
1941an li KirmaÅŸanê ji dayik bûye
Bawernameya Macestera derûnnasiyê hebû
Karê mamostiya xwandingehê dikir
Sala 1971an ji kar hatiye dûrxistin
1971 heta 1979 girtiyê siyasî bûye
2006 xelata Helmen Hemt wergirt (Hêlmen Hêmt xelateke newdewletî ye û ji aliyê rêxistina çavdêriya mafê mirovan ve bi wan nivîskaran tê dayîn ku ji aliyê hikûmetan ve sansor dikeve ser berhemên wan).
53 berhemên wî belav bûne
Berhemên wî bi Farsî bûne
Lêkolîn li ser kultur û zimanê Kurdî kiriye
Ev nivîs 210877 car hatiye xwendin.