Operasyonên Tirkiye li Kurdistana Başûr...

Nuçe/Analiz- Piştî ketina Efrinê, operasyonên Tirkiye li Kurdistana Başûr jî berdewamin. Taybetî ji bo Şingalê Tirkiye gelek di nava leptekî de ye û di vê derbarê de hukumeta Iraqê ji PKKê daxwaz kir ji herêmê xwe bide aliyekî, û PKKê hêzên xwe vekişandin û artêşa Iraqê hêzek rêkir li deverê cih kir.

Ji aliyek din ve eve 15 rojin ku li devera sinor li Başûrê Kurdistanê operasyona Tirkiye berdewam dike. Gelek deverên li Başûr ku di bin kontrola PKKê de bûn niha bûye qada operasyona Tirkiye.

Balkêşe ku ji berî operasyona Tirkiye di bejayî yê de destpêbike, berpirsek yê PKKê Mustefa Karasu daxûyaniyek da û got: Me di civîna xwe pêkaniye û biryar daye ku emê Tirkiye bikşînin Qendil û deverên din yên Kurdistana Başûr ji bo em wan imha bikin. Bi awayek din dixweyê Karasu îşaretek da ku ji bo operasyon destpê bike. Yan jî ev daxûyaniya Karasu rojek ji berî operasyonê dihat çi wateyê? Ji xwe dem dem balefirên Tirkiye deverên wek Amediyê aliyên sinor bombebaran dikin. Gelek cara xelkê sivîl li herêmê dibin qurbaniya van bombebarana û malên wan zererê dibîne. Li ser vê yekê hukumeta Kurdistanê daxûyaniyek da û ji PKKê daxwaz kir ku, nekevin nava gunda û xwe ji xelkê sivîl dûr bêxin. Sedemê zerer ditina sivilan ewe ku, PKK baregehên xwe di gundan de avadikin.

Rojane hêzên çekdarên Tirkiye di derbarê zerera dayin PKKê de daxûyaniyan dertêxin. Herî dawî dan xûyakirin ku li “devera çiyayê Qendîlê, roja 22.03.2018ê 22 kes hatine kuştin“ Herweha li herêma Antakya devera Arsuzê ji 11 çekdarên PKKê hatine kuştin. Ev daxûyaniyên Tirkane, lê gelo rasti çîye mirov baş nizane.

Ji aliyek din ve li devera silêmaniyê ji bo pêwendî û hevkariya YNKê û PKKê herweya hevalbendiya Goran û PKKê Tirkiye rê neda geştên ezmani jo bo Silêmaniye. Gelek vekirî jî sedema vê yekê da xûyakirin. Nûnerê YNKê li Enqere li ser vê yekê ji partiya xwe daxwaz kir ku haj pêwendiyên xwe û PKKê hebin, bile berpirsên YNK daxûyaniyên pişgiriya PKKê nedin. Herweha daxwaz ji YNKê kir ku heyetekî demek zû rêkin Tirkiye.

Li himber van bûyeran hemûyê PKK bê denge. Medya PKKê gelek deng nake û behsa van bûyeran nake. Li Başûrê Kurdistanê PKK xwedî bandorekiye û li gel hinek partiyên Kurdistana Başûr eşkere vê yekê dike.

Lê mixabin siyaseta hinek aliyan di derbarê PKKê de ne zelale. Gelo sedema vê yekê çîye? ev jî pirsgirêkek dine. Potansiyelek ya pêwendiya ya PKKê heye ku dikare hemû aliyên siyasî bixapîne û çerçova ku ew sinora deynin de siyasetê ji bo demekî bê jî bi wan bide kirin. Ji xwe heta niha gelek aliyan bi vê yekê winda kirine.

Gelek caran di herêmê de pêwendiyên bazirgani di nava aliyên siyasî de ji pêwendiyên siyasî pêştirin. Mixabin ev yek çikas ji bo pêşeroja Kurdistanê xeter be , ewkas jî rastiyeke.

Rojevakurd


Ev nivîs 210837 car hatiye xwendin.