Operasyona Efrînê armanca dagirkirin û têkbirina destkeftiyên kurdan e.

Partiya Herêmên Demokratîk (PHD) ku li gelek şaredariyên wê qeyûm hatin tayîn kirin, dest bi xebatên xwe yên hilbijartinên heremî kir. Mijara sereke ya konferansê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê bû û hat gotin ku "Êrişa û dagirkirina Efrînê, li dijî xwebirêveberina kurdan e. Efrîn dilê kurd û Kurdistanê ye."

Partiya Herêmên Demokratîk (PHD) ya ku li gelek şaredariyên wê qeyûm hat tayîn kirin bi 2emîn Konferansa Rêveberiyên Herêmî dest bi xebatên hilbijartinên heremî kir. Konferans bi şîara "Em ê faşîzma mafxwer hilweşînin li şûna wê rêveberîya xwecihî ya azadîxwaz ava bikin" pêk hat û dê 2 rojan berdewam bike. Di konferansê de wê politîkayên rêveberiyên heremî were nîqaş kirin. Konferansa ku li avahîya HDPê ya Amedê hat lidarxistin şaredarên ku ji peywirê hatin girtin û li şuna wan qeyûm hat tayînkirin, nûnerên PHDê, HDPê, KCDê, HDKê û saziyên sivîl beşdarbûn.

Hevserokê PHDê Mehmet Ali Aslan got: "Ez berxedana Efrînê silav dikim. Li Tirkiyeyê û çar parçeyên Kurdistanê bi deh salane bedelên giran hatin dayîn û em hatin îro. Êrişa li Efrînê, dagirkirin û êrişa li dijî xwebirêveberina kurdan e. Dema ku kurd bi ser dikevin faşist dixwazin hêviyên kurdan bi fetisînin. Gelê kurd qet dev ji daxwaza xwe ya azadiyê bernedin. AKP jî bi çeteyên û komkujîyan nikare vê pirsgirêkê çareser bike. Li her çar parçeyên Kurdistanê û hemu cîhanê dilê me bi Efrînê re ye. Em dagirkirina Efrînê qebul nakin. AKP şaredariyên ku bi hilbijartinan bi dest nexist bi tayîn kirina qeyûman dest danî ser. Bê tehamulîya li dijî xwebirevebirina kurdan li rêveberiyên faşist heye. Kurd dê li hemu parçeyan xwe rêvebivin. Heger kurd yekitîya xwe ava bikin dê pirsgirêk rehet werin çareser kirin."

‘Efrîn dilê Kurdistanê ye'

Piştre Parlamantera HDPê ya Amedê Feleknas Uca axivî û balkişand ser mijara Efrînê û got: "Êrişa li dijî Efrînê dagirkerîye. Efrîn dile kurd û Kurdistanê ye. Efrîn li dijî zilmê derdikeve û li berxwe dide. Hun dikarin me hemuyan bigrin û dest dênin ser şaredarîyan, lê hun nikarin vê dozê ji dil û hişê kurda derxin."


Ev nivîs 210803 car hatiye xwendin.