Opozîsyona Sûriyê xwest raste rast bi temsîlkarên Esad re hevdîtinê bike

Li Cenevre tûra 8 emîn ya wê li ser dahatûya Sûriyê bê axaftin destpêkir. Muxalif  xwestin raste rast bi rejîma BeÅŸar Esad re hevdîtinê bikin.

Di roja yekem de, di hevdîtinên Cenevre de, heyeta Åžamê nehatibû civînê. Heyeta ku BeÅŸar Esad temsîl bike, bi îhtîmaleka mezin wê îro werin Cenevre. Temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî Stefan De Mîstûra do bi heyeta muxalefetê re hat cem hev.

Ji berdevkên Komîta Bilind ya Hevdîtinê Yahya Aridi piÅŸtî ku do bi temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî bi Dîmûstûra re hatin cem hev, piÅŸtî civînê  peyameka nivîskî da çapemeniyê. Aridi ragihand ku ji Dîmûstûra re gotine raste rast dixwazin bi temsîlkarê rejîma Esad re muzakereyan bikin. Aridi got ku rejim dixwaze wextê hevdîtinan dirêj bike û bi xelkê Sûriyê eziyetê bidin kiÅŸandin.

Wê di vê tûra 8 an de, li ser reÅŸbeleka qanûna esasî û têkoÅŸîna li dijî terorê bê rawestandin. Li gor çavkaniyên NH, tûra 8an wê di 1 ê  meha 12an de roja înê biqede û her dû teref car din di nîvê mehê de werin cem hev.


Ev nivîs 210808 car hatiye xwendin.