Pêşneyara Agirbest li Sûriyê li ser daxwaza...
Encûmena asayîşa navnetewî bi piraniya dengan pêşniyara agirbestê li Sûriyê bo maweya mehekê pesend kir.
PeyamaKurd-Encûmena asayîşa navnetewî bi piraniya dengan pêşniyara agirbestê li Sûriyê bo maweya mehekê pesend kir.
Pêşneyara Agirbest li Sûriyê li ser daxwaza Swêd û Rêvebirê Encûmena Asayîşa Navdewletî ya meha Sibatê Kûwêt hate kirin û bi piraniya dengan jî hate pesend kirin. Di civîna roja derbazbuyî de 15 welatên endam bi dengên xwe pêşniyar belênî kirin.
Herweha Encumen daxwaz kir, ku agirbest zutirîn dem were pêjirandin û mercên wî werin cîbecîkirin. Jibo pêkanîna biryara Agirbest 72 demjimêr hatiye destnişankirin.
Biryar, bi taybetî jibo alikariya wan kesên nexweş û brîndar hatiye standin, ên ku di bin desthilatdariya rejima Samê li derdora Rojhilata Gutayê de asê mane.
Ev nivîs 210795 car hatiye xwendin.