Pêwîst nake em wek her sal Ala Kurdistanê bilind bikin

PeyamaKurd- Aras Cengî Talabanî ku, serkêşiya xiyaneta 16 yê Cotmehê dikir, ji sinûrên edeb derket û zimandirêjî li dijiyê Ala Kurdistanê kir û got; ‘bila potikekî paç nebe sedema fîtnê.’

Heşda Şaîbî berî çend rojan nameyek ji malbenda YNK li Kerkûkê şandibû kû tê de dawakarî ji YNK dike kû, Ala Kurdistanê li Newroz û hilbijartinan de bilind nekin û ew destûra vê yekê nadin.

Aras Cengî Talabanî, Serkêşêya Xiyaneta 16 yê Cotmehê, di derbarê vê yekê de li ser hesabê xwe ya medya civakî de got, ‘Raste ala Kurdistanê sembolekiye jibo her Kurdekî û vateya Newrozê jî bo me heye, lê tikaye em rê nedin ku rakirina Alê li bajarê Kerkûk bibe sedema fîtnê û xirabiyê.“

Aras Cengî Talabanî bi vî awayî dibêje,  „Pêwîst nake em wek her sal Ala Kurdistanê bilind bikin û ligel birayên Tirkmen û Ereb re aramiya bajêr biparêzin.’

Piştî ku gelek bertek hatin nîşandan Aras Cengî îdîa kir ku ew hesab ne ya wî ye. Lêbelê çavdêrên siyasî û pisporên medya civakî radigihînin ku ew parvekirin nêrînên wan ên rastî ne û bi vî awayî li dijî Kurdistanê xebatên xwe berdewam dikin.


Ev nivîs 210798 car hatiye xwendin.