Pûtin û Salman rewşa Sûriye nirxandin

Vladimîr Pûtîn Serokê Dewleta Rûsyayê û Selman bin Ebdulezîz Qralê Erebistana Siûdî bi rêya telefonê rewşa şerê li Sûriye û pêşveçûnên dawî yên li kendavê nirxandin.

Ji aliyê navenda ragihandinê ya Kremlînê ve hat ragihandin ku Pûtîn û Qral Selman rewşa Sûriye ya piştî Kongreya Diyaloga Neteweyî ya li Soçiyê pêşveçûnên dawî yên kendavê nirxandin.Li gorî daxuyaniyê Qral Selman behsa Qetar û têkiliya welatên din ê herêmê kir û Pûtîn jî di axaftina xwe de gotiye krîza heyî ya herêmê bandoreke erênî li tekoşîna dijî terorê nake û aramiya Rojhilata Navîn têk dibe.

Herwiha herdû lîderan di mijarên enerjî, teknîkî-leşkerî û bazirganî guftigo kirin.

 


Ev nivîs 210798 car hatiye xwendin.