Parêzgaha Kerkûk, Grêbesta BP British Petroleum qebul nake!

PeyamaKurd-Encumena Parêzgeha Kerkuk 3 gazindeyên yasayî li dijiyê Hikûmeta Iraq û Wezareta Neft li dadgeha Federali tomar kir.

Mihemed Kemal, serokê lîsteya brayetî li Encûmena Parêzgeha Kerkuk roja sêşem 20.02.2018 ji çapemeniyê re ragihand ku Hikûmeta Iraq desturê binpê kiriye jiber ku bê agadhadriya Encûmena Parêzgeha Kerkuk ligel kompanya BP British Petroleum Grêbest vaje kiriye.

Mihemed Kemal herweha ragihand, ku Wezareta Neft ya Iraqê dixwaze bê agahdariya Encûmena Parêzgeha Kerkuk petrola bajarê Kerkukê binêre bo derve. Mihemed Kemal di berdewamiya axaftina xwe de got, „Li ser vê yekê, me jî di çarçeweya desturî de gazindeyên xwe li Dadgeha Federali tomar kir.“

Heman demî de serokê Listeya Brayetî aşkere kir, ku paş xiyaneta 16ê oktober rojane bi sedan tankerên barê Petrol tê rêkirin bo Iran bê ku xelkê bajarê Kerkuk jê sûd werbigre.


Ev nivîs 210797 car hatiye xwendin.