Parlamenterê Kurd ê Sûriyê : Esad çekan dide YPGê
Omer Osê Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Sûriyê û Serokê Destpêşxeriya Niştimaniya Kurdên Sûrî, ragihand ku Artêşa Sûriyeyê ji bo parastina Efrînê çekan dide Yekîneyên Parastina Gel YPG.
Li gorî nûçeya Hîkmet Durgunê Sputnîkê Omer Osê ragihandiye ku Artêşa Sûriyeyê ji bo parastina Efrînê alîkariya çek û zexireyan dike.
Osê wiha dibêje:"Artêşa Sûriyeyê ji Efrînê re bêdeng namîne, xwedî li gelê Efrînê derdikeve. Di navbera Artêşa Sûriyeyê û Yekîneyên Parastina Gel YPG de Artêşa Sûriyeyê ji bo Efrînê piştgiriya çek û cebilxaneyan dike herwiha alîkariya zaxîreyî jî dike. Eniya rojhilat a Efrînê ji bo YPGê vekirî dihêle.
Derketin û têketina Efrînê di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê de pêk tên. Artêşê tu wext ew rê negirtiye."
Ev nivîs 210804 car hatiye xwendin.