Parlamenterên kurd di heqê Ebadî de doz vekir
Endamên kurd ên Parlamentoya Iraqê giliyê Serokwezîr Heyder Ebadî kirin û derheqê wî de doz hat vekirin. Li gorî beyanata hin parlamenteran dê Kurd Ebadî li dadgehên navnetweyî jî gilî bikin.
Hat ragihandin ku endamên kurd ên parlamentoya Iraqê, tevli endamên encûmenên parêzgehan, heta niha gelek îmze kom kirine û derheqê Serokwezîr Heyder El Ebadî de li Dadgeha Federal a Iraqê doz vekirine.
Li gorî nûçeyên di medya kurd de belav bûne parlamenterên kurd dibêjin Ebadî bi qut û jiyana xelkê Kurdistanê dilîze û ev yek jê nayê qebûlkirin. Serokê komîteya samanên sirûştî yê Parlamentoya Kurdistanê Şêrko Cewdet wiha dibêje: "Beramberî nedana mûçeyên fermanberên Kurdistanê, me dest bi kampanyayekê kirî ye, ji bo em bi rêya Dadgeha Federal a Hikûmeta Iraqê dadgeh bikin."
Şerko Cewdet di berdewamiya axaftina xwe de jî wiha dibêje: "Em ê bi rêya çend fermanberan dozê vekin, heger pêwîst be, ji bilî dadgeha federal, em ê li dadgeha navdewletî jî dozê vekin, em dixwazin ev pirs bibe pirseke niştimanî, pirsa mûçeyê fermanberan bûye lîstik û propagendeya hilbijartinan."
Ev nivîs 210799 car hatiye xwendin.