Parlamentoya Kurdistanê biryara Dadgeha Fedralî ya Iraqê qebûl nake
Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Cafer Êmînkî ragihand ku ew biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê qebûl nakin, ji ber ku kar û desthelata wê dadgehê tenê ravekirina destûra Iraqê ye û nikare biryarê bide referandûma BaÅŸûrê Kurdistanê destûrî ye yan na.
Cafer Êmînkî di hevpeyvînekê de ligel ajansa Anadolu ragihand: “Dadgeha Federal a Iraqê biryar daye ku referandûma BaÅŸûrê Kurdistanê bê hilweÅŸandin, lê em wê biryarê red dikin û qebûl nakin. Bila ew dadgeh li hemberî binpêkirinên Hikûmeta Iraqê, li ser mafê gelê Kurdstanê bêdeng nebe.”
Êmînkî wiha got: “Biryara dadgeha Iraqê siyasî ye û bi ti awayekî pêwendiya wê bi destûr tune ye. Kar û desthelatê wê dadgehê tenê ravekirina destûra Iraqê ye û nikare biryarê bide referandûma BaÅŸûrê Kurdistanê destûrî ye yan na. Iraq welatekî ÅŸikestî ye û ji hemû aliyan ve nema wek dewletekê ye.”
Ev nivîs 210830 car hatiye xwendin.