PDK û YNK: Bi yekrêziyê emê vê qonaxê derbas bikin

Her du polîtboruyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya NiÅŸtimaniya Kurdistanê (YNK) îro civiyan û derbarê rewÅŸa Herêma Kurdistanê û pêwîstiya yekdengî û yekrêziya aliyên siyasî bi hev re gotûbêj kirin û ragihandin, ku her du alî li ser rewÅŸa Kurdistanê xwedî nêrîn û helwesteke hevbeÅŸ in.
Îro çarÅŸemî 25ê Cotmehê bi armanca nirxandina rewÅŸa niha ya Herêma Kurdistanê, her du polîtboruyên PDKê û YNKê li Hewlêr a paytext bi hev re civiyan.

PiÅŸtî civînê daxuyaniyeke nivîskî ya kurt het weÅŸandin ku têde hatiye gotin: “RewÅŸa Herêma Kurdistanê û pêwîstiya yekdengî û yekrêziya aliyên siyasî di vê qonaxa hesas de û bo rûbirûbûna wan astengiyên ku rastî Herêma Kurdistanê hatine, bi berfirehî û kûrî hatin gotûbêjkirin û nirxandin.”

Derbarê rewÅŸa niha ya Herêma Kurdistanê û yekrêzî û tifaqa navbera aliyan de jî “her du polîtboruyên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya NiÅŸtimaniya Kurdistanê li ser yekrêzî û tifaqa rêzan û ji hev têgihîÅŸtina di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de xwedî nêrîn û helwesteke weke hev bûn.”

Li gorî daxuyaniyê, “her du aliyan tekezî li ser wê jî kirin ku hewlên wan berdewam e, bo derbaskirina qonaxa niha ya ku Kurdistan ratsî wê hatiye û dîtina rêyeke çareseriyê bo hemû arîÅŸeyan bi ÅŸêweyekê ku di berjewendiya gelê Kurdistanê de be, bo vê armancê jî tekezî li ser yekrêziya gelê Kurdistanê kirin.”


Ev nivîs 210792 car hatiye xwendin.