Pentagon: Em ê alîkariya YPGê dewam bikin
Pentagon, berê ji Tirkiyê re gotibû ku wê mijara alîkariya YPGê di ber çav derbas bikin. Îro ji Pentagonê peyamek ket çapemeniyê û tê de dibêje ku dê alîkariya YPGê dewam bike lê mijarê jî di ber çav de derbas kirine.
Dawaza Tirkiyê hefteya borî ji aliyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip ErdoÄŸan ve, bi rêya telefonê ji serokê Amerîkayê Donald Trump re habibû gotin. Trump tevî ku soz dabû wê alîkariyê nedin YPGê jî, hat ragihandin ku Pentagon guh nedaye Trump.
Pentagon di beyana xwe de got: “Em ê hevkariya xwe ya bi Hezên Demokratîk yên Sûriyê re ku YPG jî di nav wan de ye, bidin dewam kirin. Weka me berê jî ji Tirkiyê re got; sîlihên ku em didin wan bi sînorin, ji bo wezîfa taybetin û ji bo xwe bigihînin hedefên leÅŸkeri ye.”
Amerîka ji bo YPG ê, gotina “hevkarên me yên Kurd” bikaranî.
Ev nivîs 210815 car hatiye xwendin.