Pentagon jimara leşkerên xwe yên Rojhilata Navîn aşkera kir
Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand ku li gor sala borî, jimara leÅŸker û sîvîlên ku li Rojhilata Navîn hene, 14 hezar lê zêde bûne. Jimar gihaye 54 hezar û 180 yî. Jimara personelên li Tirkiyê, derketiye 2 hezar û 265an.
Li gor rêjeya navenda Pentagonê, di meha gulanê de, 50 hezar û 517 kes bûn lê ev jimar di meha êlûnê de derketiye 54 hezar û 180 yî.
Di raporê de hat gotin ku jimara personelan li Qatar, Bahreyn, Sûriye, Kuweyt û Tirkiyê zêdetir bûne. Li Sûriyê 723 personel dixebitin. Li Iraqê 9 hezar û 122 personel dixebitin.
Li Tirkiyê 2 hezar û 265 personel dixebitin. Li Kuweytê 16 hezar û 592 personel, li Qatarê 6 hezar û 671 personel, li Emarata 4 hezar û 240 personel dixebitin. Ev jimar li Bahreynê 9 hezar û 335 personel in.
Ev nivîs 210835 car hatiye xwendin.