Perê Xaça Sor hat dizîn

Xaça Sor li ser têkoÅŸîna li dijî nexweÅŸîna ebolayê, ji pere ku hatibû veqetandin, 6 mîlyon dolar hat dizîn. Xaça Sor, lêkolîna navxweyî ya li ser vê mijarê ku dizî hatiye kirin tesdîq kir.

Federasyona Navdewletî ya Xaça Sor (IFRC) ragihand ku ew lêkolîna di 20 ê cotmehê de hatiye belavkirin, erêkirina encamên lêkolîna navxweyî ye.

IFRC got ku li welatên Sierra Leone, Liberya û li Gine, di navbera salên 2014-2016 an de ji ber nexweÅŸîna ebolayê 11 hezar kes mirin û ji bo têkoÅŸîna li dijî vê nexweÅŸînê bê xerckirin, 124 mîlyon dolar pere hatibû veqetandin. Li ser xerckirina vî pereyi lêkolîn hatin kirin û di encamê de li Sierra Leone, hat dîtin ku xebatkarekî Xaça Sor û xebatkarekî bankayê bi hevre 2.13 mîlyon dolar pere dizîne.

Li Lîberyayê jî sextekariyên ku li ser bihayên eÅŸyayan yên zêde hatine nîÅŸandan, maaÅŸê xebatkaran, teÅŸwîqên xwebexÅŸiyan, bi reqemên zêde hatine nîÅŸandan. Bi 2.7 mîlyon dolarî bûye mal ango ev pere hatiye dizîn. Li Gîneyê, di xizmeta karê gumrukê de 1.17 mîlyon dolar pere hatiye dizîn. Lêkolîn bi du ciyan dewam dikin.

Lêkolînên di derbarê perên ku hatine xerckirin, niha jî dewam dikin.


Ev nivîs 210851 car hatiye xwendin.