Perinçek, “Partiya me di hilbijartinan de serdikeve.”

PeyamaKurd- Doğu Perinçek, di kanala televizyona partiya xwe Ulusal Kanalê de daxwiyaniyên sosret belav kir. Li ser bersiva hinek pirsan li ser rewşa Suriyê û helwesta Tirkiyê de Perinçek got, partiya wî di hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê de biserdikeve û ew dê Beşar Esadî dawetê Tirkiyê bike.

Di heman bernameya televizyonê de got, “Recep Tayip Erdoğan, Beşar Esad wek Qatil binav dike, Erdoğan bi ev helwesta xwe xizmeta Israilê dike.

Perinçek li ser pirsên ‘Guta’ya Rojhilat’ weha axifî;

“Gelo ev babeta Guta’ya Rojhilat çiye ? Leyiztokekiye, ku ji aliyê Amerika û Israilê ve hatiye plankirin. Israîl ji xwe girikên Golan dagir kiriye, jibona ku li wir av heye. Ez ji vê derî banga hemu Tirkiyê dikim, Erdogan ji Beşar Esad re Qatil dibêje û bi vî hawayî xizmeta Israîlê dike. Li başurê Israîl, li bakurê jî rêxistinên Terorist xizmeta projeya parçekirinê dikin. Partiya me ‘Vatan Partisi’ di hilibijartinan de biserdikeve û emê Beşar Esadî daweta Tirkiyê bikin ù destê wî bihejînin.“

Bi Gotinek din, Perinçek di beyanata xwe de Israil, Amerika û Kurda wek dijmin û Terorist dibîne û qatilê 1 Milyon insan Beşar Esadî jî dike şirîk û pesna wî dide.


Ev nivîs 210787 car hatiye xwendin.