Peskov: Dijberîya Tirkîyê ji çêbûna kongreyê re nabe asteng

Pirsgirêk û nakokîyên her çar dewletên dagîrkerên Kurdistanê bi Kurdan ve girêdayî ne. Kurd parçeyek ji pêkhatina aramî û aÅŸtîya Rojhilata Navîn in û bêyî wan çareserî jî ne gengaz e.

Roja ÇarÅŸembê li bajarê Soçî yê Rûsyayê, Serokê Rûsyayê Pûtîn, Serokkomarê Îranê Ruhanî û Serokkomarê Tirkîyê Erdogan hatin ba hev û ji bo bidawîanîna ÅŸerê li Sûrîyê û pêkanîna kongreyek aÅŸtîyê li hev kirin.

Pûtîn, Ruhanî û Erdogan di derbarê „yekrêzîya xaka Sûrîyê“ de hemfikir in. Lê Tirkîye û Erdogan yekrêzîya xaka Sûrîyê li gor xwe ÅŸirove dike û di mejîyê Erdogan de divê Kurd (YPG-PYD) di pêkanîna aÅŸtîya Sûrîyê û di çareserîya wê de beÅŸdar nebe û ne xwedîyê gotin û daxwazan be. Lê Rûsya wek Erdogan nafikire. Erê Rûsya yekrêzîya xaka Sûrîyê diparêze, lê di wê bawerîyê de ye ku aÅŸtî û çareserî jî bêyî Kurdan nabe û divê Kurd jî beÅŸdarî kongreya çareserîyê bibin. Rûsya helbet hebûna Amerîkayê jî piÅŸtguh nake û bi beÅŸdarkirina Kurdan Amerîkayê jî beÅŸdarî nav pêvajoya aÅŸtî û çareserîya Sûrîyê dike. Ji ber ku Amerîka li piÅŸta YPG ye, beÅŸdarîya Kurdan tê wateya beÅŸdarîya Amerîkayê jî.

Serokkomarê Tirkîyê Erdogan, piÅŸtre daxuyandibû ku ew li dij in PYD beÅŸdarî kongreya aÅŸtîyê bibe û nerazîbûna xwe anîbû zimên. Erdogan her çiqasî ji bê astengkirin û rêlibergirtina PYD çûbû Rûsyayê jî, lê xuyaye negihaye armanca xwe û Rûsya beÅŸdarbûna PYD (Kurdan) ji bo pêÅŸeroj û aÅŸtîya Sûrîyê pêwist û girîng dibîne.

Di vê derbarê de Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov, daxuyand û got:  „ Her çiqas Tirkîye li dij derkeve û nerazîbûna xwe nîÅŸan bide jî, wê ev ji çêbûna kongreya aÅŸtîyê re nebe asteng û wê kongre pêk bê“.

 Her çiqasî ji bo çêbûna kongreya aÅŸtîyê wext û dîrokek nehatibe destnîÅŸankirin jî, lê xuyaye wê kongreyek aÅŸtîyê ji bo pêÅŸeroj û aÅŸtîya li Sûrîyê pêk bê û bi dilxwazî yan bê dilxwazîya Tirkîyê be jî wê Kurd jî di kongreyê de cîhê xwe bigrin.

Z.B


Ev nivîs 210832 car hatiye xwendin.