Peyamnerê AFPê ji bo Eyn Darayê nivîsand

Peyamnerê AFP Delîl Silêman ji bo perestgeha Eyn Darayê ku dora 3-4 hezar salan e li Efrînê wek mabedek ya dîrokî li cihê xwe disekinî û di operasyona Tirkiye ya bi ser Efrînê de derbên giran xwarin nivîsand.

Peyamnerê AFPê dibêje "Perestgeha dîroka wê 3 hezar salî di 26ê meha yekê de di encama bombebarana hewayî ya Tirkiyeyê zirar dît.  Frenskên mikemel ku bi kevirên reş ên bazaltê baskên sewalan hatibûn çêkirin bûne kavil, êdî ew nayên naskirin."

Bawermendên Încîlê, Eyn Darayê dişibînin Perestgeha Silêman ku di kîteba pîroz Încîlê de wek Yekemîn Perestgeha li ruyê erdê jî tê nasîn.

 


Ev nivîs 210803 car hatiye xwendin.