Peyamnerê Ajansa fermîya Tirk di dema ku nûçeyên êrîşa Artêşa Tirk ya bi ser Efrînê de dişopand birîndar bû. Sarp Ozer peyamnerê Ajansa binavê AA ku malpera ragihandina fermî ya Dewleta Tirk e, di dema şopandina operasyona Artêşa Tirk de birîndar bû.
Li gorî agahiyên hatine ragihandin Ozerî, dema operasyona leşkeran teqîp kirî, parçeyên teqemeniyan lê ketiye û ji dest û piyên xwe birîndar bûye. Ozer li Nexweşxaneya Kirikhanê tê dermankirin.