Peymana Tirkiye, Fransa û ÃZtalyayê

Tirkiye, Fransa û Îtalya dixwazin di mijara parastina sîstema hewayî de gaveke mezin bavêjin. Van her sê dewletan wê di navbera xwe de ji bo pêÅŸdebirina sîstema hewayî peymanekî îmze bikin. Bi afirandina vê derfetê, wê Tirkiye sîstema xwe ya parastina hewayî nûjen bike.

Peyman li ser parastina nesla nû ya Eurosamê ye. Di peymanê de wê amadekirin, hilberîn, pêÅŸdebirin û firotina sîstemê bo derve hebe. Daxwazên Tirkiyê yên bo demên kurt wê ji aliyê SAMP-T ve bên temînkirin ku SAMP-T ya Fransa û Îtalya ye.

Bi xebatên dûr û dirêj wê sîstemên nû bên bipêÅŸxistin. Bi sîstema NATO yê re lihevkirî çiqas pêdiviyên endamên hevkarên NATO yê hene, wê bên cî. Navê SAMP-T di NATO yê de bi navê “Mamba” derbas dibe. Di eynî wextê de dikare 100 hedefan tesbît bike. Menzîla îrtîfayê 100 km ye. Di sehayê de ji 600 km yan zêdetir menzîla wan heye. Bi hev re, di yek carê de dikare 48 fuzeyan bavêje. Di her bataryayê de 8 serê fuzeyan hene.

Hevkariya her sê dewletan wê ji bo kirîna S-400an ji Rûsyayê nebe asteng. NATO berê jî li dijî mijara S-400an derneketibû. Lê Tirkiye bi Fransa û Îtalyayê re axifîbû ku aparatên din yên sîstema parastinê ji her du welatan bikire.


Ev nivîs 210865 car hatiye xwendin.