Pirtûka Bernard Henry Levy derbarê 16ê Cotmehê hat belavkirin

PeyamaKurd - Pirtûka Feylesofê Fransî Bernard Henry Levy a derbarê bûyerên 16ê Cotmehê li Kerkûkê û Kurdan de bi navê The Empire and the Five Kings (Împaratorî û Pênc Kral) hat belavkirin.

Welatiya Amerîkî ya bi navê Ceyty Hillman ji Rûdawê re behsa bûyerên 16 Cotmehê kir û derbarê pirtûka Fransî Bernard Henry Levy de jî wiha got: “Ez şaş mam li hemberî ku cîhan bî wî awayî pişta xwe dane Kurdan û ew bi tenê hiştine. Berî ez pirtûka Fransî Bernard Henry Levy bixwînim agahiyên min li ser vê yekê nebûn.”

Bernard Henry Levy di pirtûka xwe de bûyera 16ê Cotmehê wek bûyera herî bi bandor nîşan daye.

Levy di pirtûka xwe dibêje ku cihana azad û demokratîk jêr gefên Çîn, Rûsya, Îran, Tirkiye û hêzên tundraw de ne û Amerîka û welatên Ewropayê li hemberî wê yekê xwe bêdeng dikin. Levy wek bergiya li hemberî gefan dibêje ku ji bo Kurdan azadî amûrek girîng e.

Di beşek pirtûka xwe de nivîskarê Fransî destnîşan dike ku serxwebûna Kurdistanê di berjewendiyên welatên Rojavayî de ye.

Dîroknasê navdar ê Brîtanî Simon Schama jî dibêje: “Eger em niha sê krîzên mezin ên cîhanê hejmerin: Yekem; mirina hêdî ya jingeha cîhana me. Duyem; di welatên pêşketî û yên nû pêşketî de asta ciyawaziya perwerde û aboriyê. Sêyem; kêsên ku pirrengiya civakê qebûl nakin bi postalên xwe, pêl li serê wek miletê Kurd dikin.”

Levy bûyerên 16ê Cotmehê wek destguhartina Berlînê û Varşowayê bi nav dike û dibêje:“Bûyerên li Kerkûkê rû dane, ji bo Kurdan karesateke mirovahî ye, lê ji bo welatên Rojavayî jî karesateke ehleqî ye. Dibe 16ê Cotmehê dubare bibe. Donald Trump di bersiva piresekê de dibêje `Ez ji Kurdan hez dikim.` Lê di siyasetê de hezkirina bê kiryar bê wate ye.”

Nivîskarê “Împaratorî û Pênc Kral” herwiha şanoyek jî amade kiriye û biryar e ew şano li 25 welatên Ewropa were pêşandan.


Ev nivîs 210804 car hatiye xwendin.