Pisîkên ÃZranê tenê bi banga "Mecîd" bertekê nîşan didin
Li Îranê li ser medyaya civakî ceribandinek hatiye pêkanîn û di encama ceribandinê de derketiye holê ku li wî welatî dema ku bi navê "Mecîd" bang li pisîkan dikin, pisîk dizîvire û li kesê ku bang lê dike dinêre.
Li Îranê bikarhênerên medyaya civakî ceribandinek kirine û bi navê mirovan bang li pisîkan kirine.
Ceribandina ku bala mirovan kiÅŸandiye, gelek kes ev ceribandin pêk anîne û encameke balkêÅŸ derketiye holê.
Tevî ku wan kesên ku ev ceribandin pêk anîne, bi navên din ên mirovan bang li pisîkan kirine û pisîk bersiv nedane, her dema ku mirovek, bi navê "Mecîd" bang li pisîkan dike, pisîk dizîvire û lê dinêre.
Herwiha di dîmenên ku li ser Instagramê hatine belavkirin de xuya dike, dema ku bi navê "Mecîd" bang li ÅŸêrekî jî tê kirin, ew jî dizîvire û li mirovên ku bang lê dike mêze dike.
Hêj nediyar e ku ji ber çi pisîk dema ku vî navî dibihîzin bertek nîÅŸan didin.
Ev nivîs 210861 car hatiye xwendin.