Piştî Şivan û Brader Hesen Şerîf jî ji bo Efrînê stirî

Şivan Perwer ji bo piştgiriya Efrînê stranek çêkiribû û li ser medya civakî weşandibû, Hozan Birader jî straneke piştgiriya Efrînê strand û li ser medyaya civakî belavkiribû.

Hozan Biradêr di strana xwe ya bi navê 'Ez Efrîn im' dibêje, 'Gelî kurdan ez Efrîn im…' de di rojên teng ên gelê Efrînê de, bo Efrînê daxwaza piştgiriyê dikir. Ji her çar perçeyên Kurdistanê ji bo piştgiriya Efrînê stranan çêdikin û xebatan dikin. Herî dawî jî Hunermendê kurd ku ji Başûrê Kurdistanê ye stranek li ser Efrînê çêkir. Hunermend Şerîf di strana xwe de ji şervanên kurd weke şêran behs dike û dibêje: "Ez dara zeytûnê ya kevnar im li erdê jîn da yî, mirinê ji min bazda ye, yan li paş min keti ye."


Ev nivîs 210931 car hatiye xwendin.