Piştî xiyaneta 16ê Cotmehê dengên YNKê kêm bûn

Şêx Cafer Şêş Mistafa endamê Polîtbûroya YNKê di beyanatek xwe ya li gel dengê Amerîka de aşkere kir ku piştî xiyaneta 16 Cotmeha 2017 dengên YNKê kêm bûne. Fermandeyê hêza 70 ya Pêşmerge, Şêx Ceifer Şêx Mistefa ku di heman demî de Endamê Polîtbûroya YNKê ye ji radyoya Dengê Amerîka re got:”Xiyaneta 16 Cotmehê ya sala par, li Kerkûkê bûye sebeba lawazbûna pêgeha YNKê û kêmbûna dengên partiyê.”

Şêx Cefer şêx Mistefa her wiha di beyanata xwe de dibêje:” Eger YNK heta roja 10 vê mehê nekaribe çend kesên “hêja” bo namzetiya hilbijartinan destnîşan bike dê nekaribe beşdarî hilbijartinên Iraqê jî bibe.”

 

 

 


Ev nivîs 210823 car hatiye xwendin.