Plana hilweşandina ”Herêma Kurdistanê”...

Hikimdariya miletê kurd li ser axa ”Herêma Kurdistanê” ya federal li Iraqê di bin xetera hilweşandinê de ye. Ev xeter pir cidî ye û dewletên dijminên Kurdistanê rêxistina PKK-ê jî wekî ”darikê hewdelê” ji bo pêxistina agirê fitneyê bi kar tînin.

Piştî diyalogeka piralî digel berpirsên hikûmî û siyasî yên Herêma Kurdistanê ji min re zelal bû ko Îranê û Iraqê li hev kirine ko bostek tenê jî ji axa Kurdistanê di bin hikimdariya kurdan de nemîne û kiyanekê siyasî bi navê ”Herêma Kurdistanê” jî nemîne. Di pêkanîna vê planê de yên li ber çavan Îran û Iraq in lê belê ew vî karî bi wekaleta Tirkiyeyê jî dikin.

Heger hesabê wan biçe serî plan ew e ko di meha adara 2021-ê de, bi minasebeta 30-saliya serhildana xelkê Herêma Kurdistanê li hemberî rejîma Sedam Hisênî, ji bajarê Ranyayê destpê bikin û goya ”serhildaneka gel” li hemberî desthilata kurdan organêze bikin û vê ”serhildanê” bigehînin heta Zaxoyê û kaoseka sertaserî çêkin da hêzên Iraqê bên û kontrola hemî Herêma Kurdistanê bêxin bin destê xwe de.

Organîzatorên xaricî yên vê plana têkbirina Herêma Kurdistanê dewleta Îran, Iraq û Tikriyeyê ne. Aktorên daxilî yên vê planê jî PKK û hinek baskên di nêv YNK-ê de ne. Di heman dema ko li Raniyeyê ”serhildan” destpê bike PKK-ya ko li Şingalê jî ketiye bin xizmeta dewleta Iraqê de, dê digel Heşda Şebî ji başûr ve êrişî devera Pêşxabûr û dergehê Brahîm Xelîl bike da hidûdê Iraqê û Tirkiyeyê digel hevdu bibin yek û Herêma Kurdistanê wekî asteng di wê nêvberê de nemîne.

Nehê çiriya-yekê (oktober), ji bo Şingalê peymanek di nêvbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hat îmza kirin. Qewl ew bû ko hêzên nêzîkî PKK-ê ji Şingalê bên derxistin û bi hevkariya herdu aliyan du hezar û pêncsed kesên nû ji kurdên êzdî wekî hêzeka ewlekariya nêv bajarî bên tayîn kirin û ordiya Iraqê û pêşmergeyê Kurdistanê jî ji bo parastina deverê destekê bidin wê hêzê.

Hikûmeta Iraqê ji pêakanîna wê peymanê poşman bû û bi serê xwe hêzeka eskerî rêkir Şingalê û goya hêzên nêzîkî PKK-ê ji nêv bajarî derxist û bi navekê dî cardî ew paşde vegerand û li Şingalê bi cih kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nehê kanûna-yekê nerazîbûna xwe li hemberî vê helwêsta hikûmeta Iraqê nîşan da û got hikûmeta Iraqê peymana Şingalê pêkneaniye, hêzên nêzîkî PKK-ê ji Şingalê derneketine û got PKK-ê hinek çekdarên nû ji Rojavayê Kurdistanê neqlî Şingalê kirine.

Vêca li gor agahdariyên ko min wergirtine bi rizamendiya qumandarê hêzên HSD-ê Mezlûm Ebdî, PKK-ê 500 çekdarên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê neqlî Şingalê kir û xist bin kontrola Heşda Şebî û Iraqê de. Ji daxuyaniya Mezlûm Ebdî ya îro ko bi awayekê neheq rexneyan li PDK-ê digire û dibêje bila PDK êrişî ”gerîlayên PKK-ê neke” em fêm dikin ko Mezlûm Ebdî jî bûye hevkarê vê plana Îran, Iraq û PKK-ê. Nexwe heger Îran û Iraq di meha adarê de bikarin wê ”serhildana” ko plan kirine pêkbînin ev hêzên PKK-ê yên li Şingalê jî dê digel Heşda Şebî û hêzên Iraqê êrişî Herêma Kurdistanê bikin.

***

Emerîkayê ambargo danî ser sektora eskerî ya Tirkiyeyê û tesîreka wê ya yekser li ser Rûsyayê jî heye. Îran her ji berê ve di bin ambargoya Emerîkayê de ye. Rûsya, Îran û Tirkiye li hemberî Emerîkayê mitefiqên hevdu ne. Ev hersê dewlet ji bo têkbirina Rojavayê Kurdistanê û vegerandina hikmê rejîma Beşar Esed jî li hev dikin. Tirkiye dê gelek kêfxweş be ko kontrola hidûdê wê digel Iraqê di bin wê û Iraqê de be.

Astenga herî mezin li hemberî planên Îran, Iraq, Tirkiye û Rûsyayê piştgiriya Emerîkayê ye ji bo rojava û başûrê Kurdistanê. Heger ev dewlet hemî bi hev re firsetekê bibînin dê hem xwe ji rojavayê Kurdistanê û hem ji başûrê Kurdistanê xelas bikin û derbeyeka wisa li Kurdistanê bidin ko paşê serokê nû yê Emerîkayê Joe Biden jî nekare ji nû ve kurdan rake ser piyan û xelas bike.

Nuqteya herî baş ji bo kurdan ew e ko Joe Biden kurdan baş nas dike û meha yekê dema ko dest bi kar bike pêwistiya wî bi lêfikirîneka zêde nîne û dikare zû biryarê bide ka bi çi rengî arîkariya Kurdistanê bike. Wezîrê bergiriyê yê nû general Lloyd Austin jî kurdan û Kurdistanê nas dike û dê bikare zû biryaran bide.

***

Ew demonstrasyonên ko li dorûbera wîlayeta Silêmaniyê çêdibin ko destê Îranê, Iraqê û PKK-ê tê de heye, ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşaneka xêrê bû û kurd pêhesiyan ka plan çi ye. Êrişên PKK-ê yên li ser pêşmergeyê Kurdistanê jî digel xusara çend şehîdan hikûmeta Kurdistanê li hemberî PKK-ê hişyartir û xurttir kir. Di qada nêvdewletî de jî hem Brîtanyayê hem Emerîkayê li hemberî PKK-ê piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da.

Her çi dibe bila bibe dewletên xêrnexwazên Kurdistanê dest ji plana xwe ya pêkanîna ”serhildanê”, çêkirina ”kaosê” û ”dagîrkirina Kurdistanê” bernedane. Divêt kurd hişyar bin. PKK di propagandaya xwe de bi zanîn behsa ”hevkariyê” di nêvbera Tirkiyeyê û PDK-ê de dike lê belê ew ji binî de derew e. Ya ko li ser erdê di realîteyê de xizmeta Tirkiyeyê, Îranê, Iraqê û Sûriyeyê dike PKK bi xwe ye. Ji nêv kurdan dijmina herî mezin ya dewleta Kurdistanê û dijmina desthilata kurdan li ser axa Kurdistanê PKK ye.

 


 

Arif Zêrevan  / STOCKHOLM

15.12.2020