Polîs li Stenbolê 31 HDPyî desteser kirin
Li Stenbolê li 20 navçeyên cuda polîsan operasyoneke binçavkirinê pêk anî û 31 kesên endam û rêveberên HDPê hatin desteserkirin. Polîsan beriya kongreya HDPê gelek endam û birêveberênwê desteser kirin.
Polîsên girêdayî Midûriyeta Emniyeta Stenbolê bi tohmeta li ser navê PKKê xebat kirine avêt ser malên HDPyiyan. Ji 43 kesên ku derheqê wan de qerara girtinê hatine dayîn 31 kes hatin desteserkirin. 12 kesên dî jî ji aliyê polîsan ve tên lêgerîn.
Ev nivîs 210794 car hatiye xwendin.