Polîsan êrîş birin ser Parlamentarên HDP'ê
PeyamaKurd - Parlamenterên HDP'ê xwestin ji navçeya Nisêbînê ji bo destekdayîna Leyla Guven ber bi Amedê ve bikevin rê. Polîsan êrîş birin ser Parlamenterê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz wî dan ber cop û Parlamentera Mêrdînê Pero Dundar jî di kêliya êrîşê de birîndar bû.
Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdîn û Şirnexê ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi dirûşma "Di Roja 100'emîn de ber bi Leylayê ve, em tecrîdê bişkênin" ber bi Amedê xwestin dest bi meşê bikin.
Polîsan li navenda Nisêbînê parlamenteran asteng kir û êrîşî wan kirin.
Piştî êrîşa polîsan parlamenter ji bo rewşê binirxînin derbasî avahiya partiya xwe bûn.
Ev nivîs 210720 car hatiye xwendin.