Prensên binçavkirî di otêlê de dimînin

Li Erebistanê krîza prensan dewam dike. Perensên ku ji ber mijara gendeliyê hatine binçavkirin, di otêla Rizt Carlton ya qraliyetê de dimînin.

Niha li Erebistana Siûdî ji ber gendeliyê 11 prens, 4 wezîr bi temamî 38 kes girtîne. Ji bo îhtîmala ku wê birevin, nahêlin ku balafirên taybet yên jet bi hewa bikevin. Sedem jî ew e ku dibe hinek kesên dinê jî bên binçavkirin. Dewlet naxwaze ku bi wasita kesên dewlemend, kesek bireve derveyê welat.

Di nava binçavkiriyan de birayê Usame Bîn Ladîn Bakr bîn Ladîn jî heye ku xwediyê ÅŸîrketa Bîn Ladîn e.

Li gor tê gotin; lîste ya kesên ku bên binçavkirin ji aliyê welîahd prens Muhammed Bîn Salman de hatiye amadekirin.


Ev nivîs 210860 car hatiye xwendin.