Putin û Trump tên cem hev
Serokkomarê Rûsyayê Putin, bi serokkomarê Amerîka Trump re hefteya pêÅŸiya me li Vîetnamê dê hev bibînin. Bi îhtîmaleka mezin di hevdîtinê de dê mijar Sûriye be.
Hefteya pêÅŸiya me li Vîetnamê di zîrwe ya Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîk (APEC)de, dibe ku li ser mijara Sûriyê biaxifin. Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku di navbera her dû serokan de behsa civînê hatiye kirin. Peskov dewam kir û got: “ Her çi dibe bila bibe, hevkarî pêwiste. Em dikarin bi Trump re hevdîtinê bikin. Rûsya dikare alîkariya Sûriyê bike. Em dikarin di mijara Ûkrayna de biaxifin.”
Ev nivîs 210868 car hatiye xwendin.