Putin, Aliyev û Rûhanî li Tehranê hevdîtin
Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî di çarçoveya “zîrwe ya sê qolî ya serokên dewletan” li payîtexta Îranê, bi serokkomarê Azerbeycana Bakûr Îlham Aliyev re civiya.
Li gor ragihandina ajansa fermî ya Îranê Ä°RNA yê, îro ber destê êvarê Aliyev û Putin ji bo duyemîn zîrweyê hatin Tehranê. Ewilî Hesen Rûhanî bi Aliyev re hevdîtinê pêkanî. Mijara wan li ser pêwenidyên du alî, asayîÅŸa herêmê, avakirina korîdora navbera bakur û baÅŸûr bû.
Her dû serokomar di heman demê de li ser mijara têkiliyên navbera bankayên her dû dewletan axifîn. Aliyev di mijara korîdora navbera her û dewletan de got: “Pêwendiyên ku di navbera Îran, Azerbeycan û Rûsyayê de bipêÅŸ de diçin, min kêfxweÅŸ dike û projeya korîdora bakûr û baÅŸûr wê bibe sedema ragihandina navbera dewletan û têkiliyên wan yên bazirganiyê baÅŸ bike.”
Tê gotin ku berya destpêkirina zîrweyê dê Îlham Aliyev bi rêberê Îrane re, bi Alî Hemaney re hevdîtinê pêkbîne.
Ev nivîs 210856 car hatiye xwendin.