Putîn Peyama Serexweşiyê Ji Berhem Salih Re Rêkir
Peyamakurd- Wladimir Putin, Serokkomarê Rûsya bi boneya rûdawê keştî ya ku li Musil nav çemê Dicle ketibu binav û tê da 71 kes jiyana xwe ji dest dabun û 30 kes jî bê ser û şun bune, peyamêkî serxweşiyê ji serokkomarê Iraq Berhem Salih re rêkir.
Bi gor zanyariyên hatine belavkirin, wergirtina misafirên ji pêwîstiyê zêdetir nav keştiyê buye sedema binav buna keştiyê.
Ev keştî di nav çêmê Dicleyê de kar jibo Turîstan dikir. Berpirsên şaredariya bajarê Musul hişyarî dabun ku ava çemê Dicle zêde buye û wê ava barajê bê berdan. Lê tev ev hîşyariyê kes guh nedaye û seferên nav çemê Dicle berdewam kirine.
Ev nivîs 210730 car hatiye xwendin.