Qeyûm navê kurdan tehamul nake

Qayûmê Şaredariya Qoserê Ahmet Odabaş ku ewil bîrdariya Ugur Kaymaz ê 12 salî yê bi 13 guleyan hat kuştin rakir, niha jî navê Serokê DEP’ê ya Qoserê Şêx Davut Yalçinkaya yê di 1993’an de hat kuştin û li ser Mala Gel hatibû nivîsandin guhert. 

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ku Hevşaredarên wê Îsmaîl Asî û Leyla Salman girtî ne û Qeymaqamê Qoserê Ahmet Odabaş wekî qeyûm tayînî şûna wan kirine, navên kurdan diguherîne. Qeyûm ewil bîrdariya li ser navê Ugur Kaymaz ê 12 salî ku bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re di 12 Mijdara 2004’an de bi 13 guleyan hat kuştin, rakirin û niha jî navê Şex Dawût Yalçinkaya guhert. 

NAVENDA HEYÎ JI NÛ VE HAT VEKIRIN

Qeyûm, Navenda Tendûrîstî û Jiyanê ya Ubeydullah Eren girt û piştre jî navê wî kir Navenda ji bo Tendûrîstî û Jiyanê ya ji bo Jinan a Turgut Ozal û ji nû ve vekir. Navenda ku perwerdehiya spor û tendûrîstiyê dida, li gel ji nûve vekirine tu perwerdehî nayê dayîn. 

NAVÊ NAVENDA JINÊ JÎ HAT GUHERTIN

Navenda Şewirmendiya Jinê ya Nûda ku 25’ê Sibata 2012’an ji bo xizmeta parêzerî, derûnî, civakî, hiqûq û li hemberî şîdetê perwerdehiyê hat vekirin jî hat girtin. Navenda jinê jî tabelaya wê hat guhertîn û navê wê kirin Navenda Jinê ya Hanimelî.

EŞQA TURGUT OZAL YA QEYÛMÊ!

Navenda Çand û Hunerê ya Ş. Elî Temel a li Parqa Mehmet Sîncar jî ji aliyê qeyûmê ve hat girtin. Navenda Çand û Hunerê ya Ş. Elî Temel, di 22’ê Tirmeha 2013’an de hat vekirin û her sal perwerdehiya tembûr, gîtar, şano, hûnera wênsaziyê, keman, erbane û govendê dida sedan şagirtan. Qeyûm herî dawî navê Mala Gel a li ser navê Serokê DEP’e ya Qoserê Şex Davut Yalçinkaya ya di sala 1993’an de bi biraziyê xwe Halîm Yalçinkaya re hatî qetilkirin jî guhert û kir Mala Gel a Turgut Ozal. / mezopotamyaajansı


Ev nivîs 210806 car hatiye xwendin.