Rûhanî: Ger êrîş berdewam bikin em ê ...
PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî derbarê êrîşa ku tê de 27 leşkerên şoreşê jiyana xwe ji dest dan de destnîşan kir, ger êrîş berdewam bikin em ê mafên xwe yên navneteweyî teleb bikin.
Li ser sînora Pakistanê li parêzgeha Sistan û Belûcistanê êrîşa bombeyî li otobusa ku leşkerên şoreşê vediguhast hat kirin û di êrîşê de 27 leşkerên şoreşê jiyana xwe ji dest dan û 13 leşker jî birîndar bûn.
Derbarê vê êrîşa bombeyî ya ku hat kirin de ji aliyê Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Hesen Rûhanî di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ku wê di demeke nêz de temamê kesên ku berpirsiyarên vê êrîşê ne bên cezakirin.
Rûhanî got, "divê welatên cîran di çarçoveya cîrantîya baş de erkên xwe yê yasayî bi cî bînin. Ger êrîş berdewam bin em ê mafên xwe yên navneteweyî teleb bikin."
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî ji got “Ew ê tola şehîdan bê standin.”
Ev nivîs 210727 car hatiye xwendin.