Reuters: Esad rê ji YPGê re vedike
Ajansa Nûçeyan a binavê Reutersê îdîa kir ku rejîma Esad ji aliyê Kobanî û Cizîrê rê li ber YPGyiyan vedike da ku xwe bi hêsanî bigihîjinin Efrînê.
Li gorî nûçeya Reutersê dema ku Tirkiye dest bi harekata xwe ya leşkerî ya ber bi Efrînê de kir, YPG jî ji Esadî alîkarî xwest.
Reuters ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herdû aliyan, Esad rast e rast pişgtgrî ya leşkerî neda YPGê, lê bi rêya leşkerên xwe yên li ser rêyên Kobanî û Cizîrê, rê li ber endamên YPGê vekir da ku xwe bigihîjînin Efrînê.
Peyvdarê HSDê Kino Gabriel ku ji vê ajansê re peyiviye wiha dibêje:” Gelek rêyên dî jî hebûn ku em xwe bigihîjînin Efrînê, lê rêya serek û guncav rêya di bin kontrola rejîmê de bû. Herdû alî jî ji bo ku ji Efrînê re bibin alîkar hemfikir bûn.”
Ev nivîs 210838 car hatiye xwendin.