Rewşa YNK her ku diçe aloztir dibe...

PeyamaKurd-Berpirsekî Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan aşkera dike, ka çawa malbata Îbrahîm Ehmed ji sala 1966 ve heta niha zirarê dighîne wan.

Dûhî Şahnaz Îbrahîm Ehmed, li gel alîgirên Hêro Îbrahîm Ehmed li Silêmaniyê Kombunekî bi mebesta nîşandana ‚Hêz û Şiyan’a’ malbata xwe pêkanî, ku bi her awayî bêhna prawakasyon û aloziyê ji wê Kombunê dihat.

Dûhî BasNewsê Vidyoyek belav kir, ku mirov tê de dibîne ka çawa hinek kes bi şêweyek tund li hember cîgirê sekreterê YNK’ê Kosret Resûl û Mela Bextiyarî diaxifin. Yek ji wan neferan dibêje, “Hevalan werin em sibê seet 09.00 biçin ber deriyê Polîtbüroyê, eger Kosret Resul û Mela Bextiyar hatin, em wan bi şeq(sîle) bavêjin der“


Ev nivîs 210794 car hatiye xwendin.