Rex Tillerson diçe Tirkiye

Rex Tillerson Wezîrê Derve yê Amerîkayê tevli şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê Herbert R. McMasterî  serdana Tirkiyê dikin.Tê çaverêkirin ku bi desthilatdarê amerîkî re li Tirkiye bi berfirehî li ser operasyona Efrînê, pêkanînên hikûmeta Enqerê yên li ser Efrîn û Minbîcê herwiha pêwendiyên Washington û Enqera bêne gotûbêjkirin.

Tirkiye ku ev demeke dirêj e ji Amerîkayê daxwaz dike hêzên xwe ji Minbicê paşve  bikişîne, da ku bi rehetî bikaribe operasyoneke serbazî li dijî kurdên wir bike.

Serokomarê Tirk di her fersendê de bê navber tîne ziman ku ew dixwazin bikevin Minbîcê. Daxwaziya Erdoganî piştî operasyona bi ser Efrînê de hêj zêdetir bûye. Tirkiye di vî derheqî de pirî caran aniye ziman ku eger leşkerên amerîkî ji wir venekişin ew dê êrîşî serbazên Amerîkî jî bikin. Van mijaran dê di hevdîtina Rex Tillerson û Serokê Tirkiyeyê de zelaltir bibe û dê paşeroja operasyonên Tirkiye diyar bibin.

 

 


Ev nivîs 210806 car hatiye xwendin.