Robert Fîsk: Amerîka xiyanet bi Kurdan re kir û wê bike

Siyaseta  Amerîka ya Rojhilata Navîn û ya li hember Kurd û Kurdistanê ji alî gelek pisporan ve tê rexnekirin. Bi taybet siyaseta wê ya li hember Kurdan hem dostên Kurdan dêÅŸîne û hem jî ÅŸik û gumanê ji pisporên siyasî re çêdike ku Amerîka dîsa wek Peymana Ceyazîrê xiyanetê li Kurdan bike û Kurdan di nav lepê dijminên wan de bi tenê bihêle.

Çi siyasetmedar û hinek pisporên leÅŸkirê yên Amerîkayê bin, û çi jî hinek siyasetmedarên welatên din û pisporên Rojhilata Navîn bin, siyaset û polîtîka Trump û Amerîkayê bi neyînî û têkçûyî dinirxînin û di wê bawerîyê de ne ku bi vê siyaseta ÅŸaÅŸ wê Amerîka li Rojhilata navîn wenda bike û meydanê ji Rûsya û Îranê re bihêle.

Di vê derbarê de pisporê Rojhilata Navîn û nivîskarê Ingilîz Robert Fîsk, gotarek nivîsand û ÅŸik û gumanên xwe anîn zimên.

Robert Fîsk, tîne zimên ku „Êdî li Rojhilata Navîn tu polîtîkayek derve ya Amerîkayê tuneye û dibêje: „Polîtîka Amerîkayê li Rojhilata Navîn li pataxê ket (îflas kir), xiyanet li Kurdan kir û wê bike“.

Fîsk, di gotara xwe ya di Întependent de dibêje: „Hema bêjin WaÅŸîngton li Rojhilata Navîn bi temametî wenda bûye, gendelî û newekhevî ji holê nehatine rakirin û êdî kes nikare behsa mafê mirovan bike“.

Fîsk, rexneyan li siyaseta Trumg û helwesta wî digre, dibêje ku „Hûn dev ji serokê Amerîkayê berdin, berê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi telefonekê karîbû bandorek mezin li Rojhilata Navîn bike. Reagan, Clînton û Obama birastî jî li herêmê xwedî bandor bûn. Lê îro kî li herêmê biryarê dide?“.

Di dawîya gotara xwe de Fîsk, ÅŸik û gumanên xwe yên di derbarê Amerîkayê de dubare dike û dibêje: “Di mehên pêÅŸîya me de wê terka Kurdan bê kirin, wê xiyanet li Kurdan bê kirin. Ji çend hêzên taybet yên Amerîkayê pêve, Amerîka bûye wek pisîka „Cheshîre“ û bi temametî ji ber çavên me wenda bibe“.

Z.B


Ev nivîs 210852 car hatiye xwendin.