Robert Mugabe ji serokatiya partiye hat hilanîn
Serokê dewleta Zîmbabve Robert Mugabe ji aliyê partiya desthilatdar ve ji serokatiyê hat xistin. ZANU-PF niha ew partiye ku li Zîmbabve desthilatdare.
Li gor agahiyên ku di ser hesabê medya civakî ya partiyê de hat ragihandin; komîta navendî bilez li payîtexta Zîmbabve, li Harare civiya û Mugabe ji serokatiya partiyê xist. Heya meha bê wê kongre çêbibe û serokatiya partiye cîgirê serokkomar Emmerson Mnangagwa wê bike.
Mnangagwa piÅŸtî ji wezîfa xwe hatibû hilanîn, derketibû derveyê welate xwe. Lê niha dageriyaye an na nayê zanîn.
ArtêÅŸa Zîmbabve roja çarÅŸemê ketibû payîtextê û televîzyona dewletê xistibû destê xwe. ArtêÅŸ ber destê sibê di televîzyonê de ragihandibû ku darbe çênebûye.
Ev nivîs 210843 car hatiye xwendin.