Robota noqavê hat çêkirin
Robotek hat çêkirin ku dikare noqav bibe û ji bin avê derê. Robot ne mezine û ji aliyê endazyarên Amerîkayê ve hatiye çêkirin.
Lêkolînerên ji Zanko ya Amerîkayê ya Harvardê, di sala 2013an de dest bi projeya RoboBee kiribûn û di wê çarçoweyê de ji xwe re prototîpekê çêkirin. Ev prototîp bi gotarekî di kovara Science Robotics de hate belavkirin.
Vê robota nû dikare xwe birû ve bizeliqîne, noqav bibe û ji avê derê. Giraniya vê robota weke mêÅŸê 175 gram e. Ji bo robot karibe xwe noqav bike, hêzek pêwiste. Jo bo wê endazyar du palakayên elektrolîzê ku dikarin xaza oksi-hidrojen derxin holê, tê de bicîh kirine. Bi xêra van plakayan robot ava xwe bikartîne û qeweta dehfdanê dikare bikarbîne.
Lêkolîner hem xizneyeka xazê, aparetaka çar enîÅŸk ku dikare di avê de avjeniyê bike lê zêde kirine. Lê van zêdekirinên han ji bo ji dûr ve robot bê kontrolkirin astengin. Lewra robot ji dûr ve nikare bê kontrolkirin. Di pêngavên pêÅŸ yên projeyê de, wê van robotan karibin li ser erdê zîraî polen belavbikin.
Ev nivîs 210877 car hatiye xwendin.