Russia Today: Yekîneyên Artêşa Sûriyê li Efrînê ne

Guftigoyên derheqê ketina Artêşa Sûriyê yê Efrînê ji aliyê gelek derdoran ve tê rojevê. Hem ji aliyê Tirkiye hem ji aliyê YPGê ve ev agahî nehat piştrastkirin lê medya rûsî vê mijarê sipart dîplomateke pilebilind û ragihand ku Yekîneyên Artêşa Sûrî li Efrînê ne û li benda rêkeftinekê ne ku encamekê jê derxin.

Li gorî nûçeya Russia Today ya erebî, çavkaniyekî rûsî ya dîplomatîk ragihand ku "Yekîneyên Artêşa Sûriyeyê berî niha 7 rojan ketiye Efrînê.”

Rossia Today ku cih daye beyanatên çavkaniyeke rûsî ya dîplomatîk yê pilebilind ragihand ku Artêşa Sûriyeyê berî hefteyekê ketiye Efrînê lê hevdîtinên wan bi aliyê kurd de hêj berdewam dike. Lê herdû alî hêj negihiştine rêkeftinekê ku bê dê li sînorê bicih bibin an ne.

 


Ev nivîs 210791 car hatiye xwendin.