Rusya dixwaze temamê perê S-400an bê dayîn.

Ji bo sîstema fuze S-400an teslîmê Tirkiyê bêkirin divê Tirkiye temamê perê Rûsyayê bide. Li gor peymana navbera her dû aliyan, piÅŸtî temamê pere bê dayîn, wê sîstem bête bicîhkirin.

Ajansa Rûsyayê ya ku ji çapemeniya hevkariya teknîkî ya federal berpirse FSVTS, berpirsekî wan ragihand ku dema Ankara temamê pereyên ku di peymanê de hatiye nivîsandin bide Rûsyayê, wê demê wê sewqiyata S-400an destpêbike. Li gore  kontratê an ku li gor peymanê wê sewqiyata S-400an di sala 2019 û 2020an de bêkirin.

S-400 di dinyayê de yek ji  sîstema herî baÅŸ tê zanîn. Dikare alavên bi mirov an bê mirov, fuzeyên cruse û yên balîstîk bixîne. Menzîla herî zêde 400 km ye. Bilindahî 30 km. ye. Li her hedefekî du fuze xwe lê otomotîk girêdidin û dikare di yek carê de, li 80 hedefî bide.


Ev nivîs 210851 car hatiye xwendin.