Rusyayê hişyarî da Amerîkayê
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi têlefonê ligel Mîke Pompeo axivî û di mijara Venezuelayê de hişyarî da Amerîkayê.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Rûsyayê hat dayîn, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser geşedanên dawî yên li Venezeuleyê diqewimin de gotûbêj kirin.
Lavrov polîtîkaya Amerîkayê ya Venezuelayê rexne kir û got ku divê ev mesele di serokatiya Neteweyên Yekbûyî de were çareserkirin.
Lavrov destnîşan kir ku divê Amerîka pêngavên leşkerî jî tê de bi tu awayî midaxeleyî karên navxweyî yê Venezuelayê neke û di vê mijarê de hişyarî da Amerîkayê.
Ev nivîs 210722 car hatiye xwendin.