Komîteya azadiyan ya Perlemana Sûriyê pirojeyekî gotûbêj dike ji bo kiÅŸandina nasnama Sûrî ji wan welatiyên ku ji Sûriyê reviyane û li welatan penaber bûne.
Rojnameya Sûrî El-Weten belav kiriye, ku ji zimanê serokê wê komîteyê veguhestiye, ku ew piroje wê wan welatiyan li xwe bigire ku nasnameya Tirkî wergirtine, ji ber ku bi gotina wî: "Ev gava Tirkiyê bizaveke ji bo guhertina demografî ye."
Di çend mehên derbasbûyî de, Tirkiyê raghandibû, ku ewê nasnameya xwe radesî bêtirî 12 hezar penaberên Sûrî kiriye.
M.E