Sêx Araz Cengî Talabanî pasewaniya Îranê dike

PeyamaKurd- Gruba xiyanetkarên nav Yekîtiya Nêştimanî Kurdistan narehetiya xwe li ser rawestandina hinardeya Petrola Kerkûk bo Îran diyar kirin. Sêx Araz Cengî Talabanî rawestandina hinardeya Petrolê bo Îran wek karekî „Neehlaqî“ nişan dide.

Wek tê zanîn serokwezîrê nu Adil Abdulmehdî, roja 26.10.2018ê hinardeya petrolê ji Kerkûk bo Îranê dabu rawestandin û ev bu sedema narehetiyê di nav gruba xiyanetkarên 16 Oktober.

Sêx Araz Cengî Talabanî di adresa xwe ya Facbook ê de weha nivîsandiye; "Çênabe ku em li beramber Îran nankor bimînin, divê em bi hemu hêzên xwe li dijiyê biryara sekinandina hinardekirina Petrolê bo Iranê rawestin."

Sêx Araz Cengî Talabanî, ku yek ji serkêşên xiyaneta 16ê Oktoberê ye, daxwaza vegera artêşa Iraqê dike, ku ew vegerin hemu navçeyên Kurdistan û heman demî de ragirtina hinardekirina Petrolê jî wek "bêehlaqî" biqelem dide.

Bêguman hikumeta Iraqê, vî biryarî di çarçeweya ambargoyên dijiyê Iranê daye, lê gruba xiyanetkarên 16 Oktober jiber berjewendiyên xwe narehetin ji ber vê yekî jî pasewaniya rejîma Îran dikin.


Ev nivîs 210769 car hatiye xwendin.