Saad Herîrî dageriya welatê xwe
Serokwezîrê Lubnanê Saad Herîrî di 4 ê mehê de,li Erebistana Siûdî dev ji serokwezîrtiyê berdabû. PiÅŸtî ewqas alozî û niqaÅŸên li ser mijara Herîrî, ew ji Parîsê çû Qahîre da bi Sîsî re hevdîtinê bike. Di peyde ew û Sîsî bi hevre çûn Kibrisê aliyê Rûma.
Herîrî ji Kibrisê derbasî welatê xwe Lubnanê bû. Serokê Lubnanê îstîfa Herîrî qebûl nekiribû û gotibû tenê dikare were li welatê xwe îstîfa bike. Herîrî ragihandibû ku dema dagere welatê xwe, wê her tiÅŸtî beyan bike. Niha herkes li bende ye bê dê Herîrî ji bo Erebistanê û îstîfa xwe çi bêje.
Herîrî jina xwe û malbata xwe li Erebistana Siûdî hiÅŸtiye.
Ev nivîs 210830 car hatiye xwendin.